Êrişeke bi balafira bêmirov (drone) ya li ser Hewlêrê hate astengkirin. Parçeyên droneya hate xistin li kompleksa avahiya bi navê "Lubnan City" ketin. Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de tiştek bi kesî nehat.
Êvara heman rojê balafirên şer ên Emerîka û Îsraîlê li bajarokê Becî yê bajarê Selahaddînê êrişeke hewayî birin ser baregehên Heşdî Şabî yên li herêma Sinyeyê.
Di daxuyaniya Rêxistina Heşdî Şabî de hate ragihandin ku baregeha Tûgaya 31'emîn, baregeha ewlekariyê û baregeha tabûra hêzên taybet bûn hedef.
Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 7 endamên Heşdî Şabî birîndar bûn, xisareke mezin li baregehan bû.